HPG: li bajarê Qersê herî kêm 2 leşker hatin kuştin

Gerîlayêh HPG’ê bi çalakiyên sabotajê derbên xurt li artêşa tirk a dagirker dan.
Di çalakiyên gerîla yên li Qersê de herî kêm 2 leşker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyê ev agahî dan:

20’ê Îlonê Artêşa dewleta Tirk a dagirker li devera Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê dest bi operasyoneke dagirkirinê kiribûn.

Gerîla di çarçoveya Pêngava Serketinê ya Şoreşgerî de 24’ê Îlonê li devera Penavosê li dijî yekîneyeke di nava tevgerê de bû çalakiyeke ya sabotajê pêk anî.

Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehat zelalkirin.

25’ê Îlonê gerîla li dijî yekîneya ku derketibûn operasyona dagirkeriyê cara duyemîn çalakiyeke sabotajê pêk anîn.

Di vê çalakiyê de jî herî kêm 2 leşker hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button