Li Amedê 44 roj in nobeta demokrasiyê dewam dike

Bûn 44 roj li Amed Wan û Mêrdînê nobeta Demokrasiyê li dar e.
Gel her roj bênavber dadikeve qadan û li dijî qeyûman bertek nîşan dide.
Li rex van çalakiyan, bertekên nerazîbûnê her roj zêde dibin.

Nobetên Demokrasiyê ku li dijî erkdarkirina qeyûman hatiye destpêkirin, li Amedê di roja 44’emîn de dewame.

Hevşaredarê Amedê Selçûk Mizrakli, parlamenterên HDP’ê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên civanan û bi sedan kes tevlî nobet ê bûn.

Di nobetê de Serokê Komeleya Şêx Saîd Mehmet Kasim Firat axivî û got:

“Êdî bes e, Kurd li her derê di bin tundiyê de ne. Em li dijî vê tundiyê bên gel hev û li ber xwe bidin.

Ger em bibin yek em ê teqez bi serkevin.”

LI WAN Û MÊRDÎNÊ NOBETA DEMOKRASIYÊ DI ROJA 44’AN DE DEWAM DIKE

Li Wanê jî Nobeta Demokrasiyê di heman rojê de ye.

Di nobeta îro de Parlementerê HDP’ê Mûrat Sarisaç axivî .

Sarisaç, bal kişand ser qeyûman û got:

“Ev gel wê di dawiya dawî de hesap ji wan bipirse.

Dewlet û hikûmet wê tu carî nekarin me teslîm bigirin. Em ji bo hiqîqetê têdikoşin.

Têkoşîna vê heqîqetê wê teqez bi ser bikeve. Çi dibe bila bibe wê encam bi heybet be.

 

Li Mêrdînê jî Nobet li ber avahiya HDP’ê pêk hat.

Polîsan dîsa avahiya partiyê kirin dorpêçê.

Ligel vê jî, girse li ber avahiya partiyê kom bû û bi vekirina pankarta “Vîna gel nayê binpêkirin” dest bi Nobeta Demokrasiyê kirin.

Di nobetê de Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebu Gunay axivî û got:

“Îro pêdiviya me bi darazek serbixwe heye

PARLAMENTERÊ CHP’Ê TEKÎN: QEYÛM PIRSGIRÊKEK KU 82 MILYON KES ELEQEDAR DIKE YE

Parlementerê CHP’ê yê Stenbolê Gursel Tekîn jî ji Ajansa Fratê axivî û diyar kir ku qeyyûm 82 milyon kes eleqedar dike û got:

“Meseleya erkdarkirina qeyûm ne bi tenê meseleya herêmê ye.

Ev mesele 82 milyon kesan eleqedar dike.

Divê dev ji vê ferasetê were berdan.

Pêdiviya Tirkiyê bi Destûra Bingehîn heye.

Di Destûra Bingehîn a nû de, divê misogeriya mafê hemû kesan hebe.

Leave a Reply

Back to top button