Robert Ford: Nebeşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo çareseriyê astengî ye

Balyozê berê yê Emerîkayê li Sûriye û Cezairê Robert Ford teqez kir ku nebeşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûrî di komîteya Destûrî de yek ji sedemên ku dê Komîte bibin bike ve ye.
Her wiha Ford da xuyakirin ku li Sûriyê ti zemîneke guncaw ji bo danîna destûrekî nû nîne, ji ber ku li jêr desthilata rejîma Sûrî tiştekî bi navê destûr û qanûnê nîne.

 

Balyozê berê yê Emerîkayê li Sûriye û Cezairê û lêkolînerê di Pemangeha Rojhilata Navîn li Washngotinê Robert Ford Avakirina Komîteya Destûrî li Sûriyê ji rojnameya Şerq El-Ewset re niraxnd.

Robert Ford ragihandina avakirina Komîteya Destûrî bi encameke nirxkêm bi nav kir û bêhêvîtiya xwe ji vê Komîteyê dest nîşan kir..

Li gorî Ford, sê xalên bingehîn ên ku binketina vê komîteyê li ber çavan radixînin hene..

xala yekemîn ew ku Li jêr desthilatiya rejîma Sûrî ti serweriya destûr ango qanûnê nîne, ji ber ku wekî ku Ford diyar dike, Di destûra rejîmê de gelek madeyên ku mafên welatiyan diparêzin hene, lê ev made weke ximavê li ser qaxezan mane.

ROBERT FORD: CUDAHÎ HEYE DEMA KU KOMÎTE JI ŞAMÊ, NE JI CINÊVÊ BÊ RAGIHADNIN

Xala duyem jî dewleta Sûrî ya desthilatdar e.

Ford vê yekê wisa şîrove dike.

Desthilata dewleta Sûrî wê neyê guhertin, nemaze ku mezintirîn bajarên Sûriyê îro roj di destên rejîmê de ne û divê em ji bîr nekin ku Komîte ji Şamê hatiye ragihandin, ne ji Cinêvê û ev bixwe ji bo rejîmê destek e.

ROBERT FORD: NEBEŞDARKIRINA NÛNERÊN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ JI BO ÇARESERIYÊ ASTENGÎ YE

Xala sêyemîn jî ku Ford bi ”Astengiya li pêşiya çareseriya Siyasî” bi nav dike, nebeşdarkirina nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî di komîteyê de ye ku bi vê yekê Komîteya Destûrî wê ti pirsgirêkan çareser neke.

Leave a Reply

Back to top button