Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku bikaranîna Tirkiyê ya koçberan ji bo li Sûriyeyê qadekê ji bo xwe bide çêkirin, anyê pejirandin.
Emmanuel Macron ku di çarçoveya şahiya 70’emîn a Konseya Ewropayê li Strasbourgê axivî, rexneyên tûj li Tirkiyê kir.
Marcon diyar kir ku deshilatdariya tirkiye bi helwesta xwe ya niha rêgezên mafê mirov û hiqûqa dewletê dûr dikeve.
Macron destnîşan kir ku Tirkiye mijara koçber û penaberan weke amûreke zextê bikar tîne.
Em ê ti carî serî li ber van zextan netewînin.
Marcon bibîr xist ku divê Tirkiye li ser peymana berî 3 salan li hev kiribûn tev bigere û da xuyankirin hikûmeta AKP’ê ya bi karaîna koçberan a ji bo li Sûriyê qadekê ji bo xwe çêbike, napejirînin.