Li Minbicê çeteyeke şaneya girêdayî îstîxbarata dewlet Tirk hate kuştin

Yekîneya Têkoşîna li dijî Terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê çeteyekî şaneyên veşartî yên girêdayî istixbarata Tirkiyê dema hewl dida êrîşek terorîst li Minbicê pêk bîne tune kir.

Navenda ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê têkildarî kuştina endamek şaneya istîxbarata dewleta Tirk daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hate parvekirin:

Yekîneya Têkoşîna li dijî terorê ya girêdayî Meclisa Leşkerî ya Minbicê endamê şaneya Îstîxbarat dewleta Tirk ku guman li ser hebû demekî şopandin û agahî li ser komkirin.

Dema ku ev çete di nava hewildana êrîşekî terorîstî de bû hêzên ewlekariyê xwestin wî bigrin.

Tevlî ku hêzên ewlekariyê jê xwestin ku ev çete xwe radest bike.

Lê ew çete guh neda yekîneyê û hewl da bi motorsîkletê bireve.

Dewriya yekîneyê li pey wî li ser rêya Minbic-Ewn El-Dadat çû û di dawiyê de dema direvî kuşt.

Li ser çete mîqdarek teqemenî hate gitin û diyar bû ku ew endamekî şaneyên ku istisxbarata Tirkiyê li Minbicê bi kar aniye û madeyên teqemeniyê jê re pêşkêş kiriye.

Leave a Reply

Back to top button