Heskîf wê bendava Ilisû bandorê li hespên kovî jî bike

Bendava Ilisûyê ku wê Heskîfa xwedî dîrokeke 12 hezar salî di bin avê de bihêle, wê bandorê li hespên kûvî yên li herêmê jî bike.

 

Ji ber Bendava Ilisûyê tevî Heskîfa dîrokî wê 199 jîngeh jî di bin avê de bimînin.

Pispor dibêjin wê ev bendav eko-sîstema Geliyê Dîcleyê pir xera bike û wê bibe sedema xerabiyên mezin.

Ji giyanewerên li herêmê herî zêde jî wî hespên kûvî bandorê ji vê xerabiyê bigirin.

Hespên kûvî li seranserê gelî hene û her roj gava rojhiltê û diçe ava tên ber çem û avê vedixwin.

Hespên kûvî ku berê piraniya wan li quntarên Çiyayê Mawayê dijiyan, piştî hêzên dewletê herêm şewitandibû , hatibûn li dora Heskîfê bi cih bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button