Kobanê-Yekitiya Pîşeyên Tibî konferansa xwe li dar xist

Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Herêma Firatê konferansa xwe ya 2’emîn li dar xist.

KOBANÊ – YEKITIYA PÎŞEYÊN TIBÎ KONFERANSA XWE LI DAR XIST

Yekîtiyê, li Hola Lihevanînê ya Kobanê ji bo nîqaşkirina rêziknameyê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Di konferansê de hevserokê TEV-DEM’ê a Herêma Firatê Enwer Muslim axivî.

Muslim diyar kir ku çareseriya yekane ya ku welat ji kirîzê xilas bike Rêveberiya Xweser e, pêwîst e diyalogeke sûriyeyan a dûrî destwerdanên derve hebe.

Dûre rêzikname hate xwendin, nîqaş li ser hatin kirin.

Ew zilamê diaxive..
Li ser girîngiya lidarxistina konferansê, Hevserokê Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Herêma Firatê Feysele Hesen got:

“Yekitiya Pîşeyên Tibî ya Herêma Firatê saziyeke berhema şoreşa Rojava ye.

Armanca wê birêxistinkirina kadroyên tibî di nav saziyan de ye, ku mafên wan werin parastin.

Back to top button