Senherîb Bersûm: komîteya destûrî bêyî nûnerên bakur û rojhilatê Sûrî binkeftî ye

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm diyar kir ku destûra nûnerên bakur û rojhilatê sûrî di nav de negire binkeftiye.
Bersûm teqez kir ku ew ê girêdayî xeta xwe ya çaresriya siyasî bin da ku aloziya sûrî çareser bikin.

Hevserokê Partiyêa Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm têkildarî komîteya dastûra nû ya sûrî, di salvegera 14. a damezrandina partiya yekîtiya suryan de axivî.

Senherîb Bersûm destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser projeya herî guncaw e, ji ber ku banga yekitî û hevkiriya gelan dike.

Rêveberiya xweser banga avakirina civakeke demokratîk di çarçoveya sûriyeke ne navendî ji bo hemû pêkhateyan dike.

Bersûm dûrxistina rêveberiya xweser ji komîteya destûr weke paşguhkirina pêkhateyên sûrî bi nav kir û wiha got:

Ew komîteyeke lewaz û binkeftî ye, ji ber ku di encamên lihevkirin û berjewendiyên welatên garantor de hatiye avakirin.

Aliyên siyasî yên herî aktîv li ser erdê hatine dûrxistin, ev dewlet dixwazin tovên şereke nû li herêmê biçînin.

Senherîb Bersûm diyar kir ku her çendî ew ji danûstandin çareseriyê werin dûrxistin lê ew ê girêdayî xeta xwe ya çareseriya siyasî ne.

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm teqez kir ku ew ê li dijî her êrîşekê parastina destkeftiyên bi hezaran şehîd bikin û têbikoşin.

Leave a Reply

Back to top button