PDK’ê tevlîbûna tevgera Azadî ya hilbijartinan asteng kir

Ji bo hilbijartinên meclîsên parêzgehên Nînewa, Diyale û Kerkûkê Partiyên Kurd dixwazin bi yek lîsteyê tevlî hilbijartinê bibin. Lê bi daxwaza PDK’ê tevlîbûna Tevgera Azadî ya ji bo yek lîsteyê hate asteng kirin.

28’ê Îlonê ; 9 partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê li bajarê Hewlêrê civiyan û ji bo hilbijartinên meclîsên parêzgehên Iraqê lîsteyek hevbeş bi navê ‘Hevpeymana Kurdistanî’ ava kirin.

Duh 14 aliyên siyasî li Silêmaniyê careke din ji bo heman mijarê civiyan.

Di civînê de 2 jê Tirkmen û waliyê berê yê Kerkûkê Ebdulreman Mistefa weke serokê lîsteyê hatin diyarkirin.

Li gorî agahiyan, Partiya Demokrata Kurdistanê PDK destûr nedaye Tevgera Azadî tevlî lîsteyê bibe.

Rêveberê odeya hilbijartinan a Tevgera Goran Zimanko Celal duh di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir ku deriyê hevpeymanê ji bo hemû aliyan vekiriye, tevlîbûna hemû aliyên Kurdistanê gelek girîng e.

Hilbijartinên parêzgehan 1’ê Nîsana 2020’an tên lidarxistin.

 

Leave a Reply

Back to top button