The Guardian: Darizandina daişiyan, rêgirtina ber zindîbûna wan e

Gelek caran raydarên Bakur û Rojhilatê Sûrî ji bo çeteyên DAIŞ’î yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser de banga avakirina Dadgeheke Navdewletî ji bo darizandina van çeteyan kiriye.
Di serî de Bêrîtanya aliyên navdewletî vê mijarê paşguh dikin.
Rojnameya The Guardian a Birîtanî di raporeke xwe de bangê li Birîtaniyayê dike ku bi awayekî lezgîn welatiyên xwe yên DAIŞ’Î werbigre û wan dadegh bike.

Di 21’ê Adara 2019’an de mizgîniya têkbirina çeteyên DAIŞ’ê ji Baxozê hat û di 23’ê Adarê de jî fermandariya QSD’ê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ev serkeftin ragihand.

Li vê derê bi hezaran ji çeteyên DAIŞ’ê xwe radestî QSD’ê kirin û niha di girîtîgehên Rêveberiya Xweser de li hêviya darizandinê ne.

Rojnameya The Guardian a Birîtanî der barê çeteyên DAIŞ’î ku bi eslê xwe Birîtanî ne, raporek weşand..

Rojname di rapora xwe de dibêje ku Divê rê li ber jinûvegera DAIŞ’ê bê girtin, ji bo ev yek pêk were jî, derdora 60 DAIŞiyên Birîtanî di girtîgehên Bakur- Rojhilatê Sûrî de hene, ev DAIŞ’î divê werin darizandin..

Di rapora Rojnameyê de behsa xeteriya van çeteyan jî tê kirin û tê teqezkirin ku gelek caran van çeteyan hewldana revîn û êrîşî yekîneyên parastinê kirine.

Lewre Rojname dibîne ku divê Birîtaniya welatiyên xwe werbigre û wan dadgeh bike.

16’ê Îlona borî şandeyek ji parlemantoya Birîtaniyayê serdana Bakur û Rojhilatê Sûrî kir.

Şandeyê teqez kiribû ku ew û Rêveberiya Xweser têkildarî darizandina DAIŞ’iyan de, xwedî heman fikir in.

Leave a Reply

Back to top button