Awustiryayê ji Rêvberiya Xweser 2 zarok wergirtin

Beriya hefteyekê şandeyek Awustiryayê ji bo wergirtina 2 zarokên sêwî yên DAIŞ’î yên welatiyê xwe derbasî bakur û rojhilatê Sûrî bûbûn.
Îro bo daxuyaniyeke çapemeniyê zarok radestî hikumeta Awusturyayê hatin kirin.
Şandeya Awustiryayê jî spasiya şervanên YPG-YPJ û Rêvberiya xweser kir.

 

Çarşema borî şandeyeke Awustiryayê ya bi serkêşiya Counter Racer ê nûnerê fermî yê Wezareta Karên Derve ya Awustiryayê ji bo wergirtina 2 zarokên DAIŞ’î yên ji welatiyên xwe di Dergeha Sêmalka re derbasî bakurê Sûrî bû.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fener El-Kiêt,

hevseroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Roken Ehmed,

rayedarê li Daîreya Têkiliyên Derve Abdurehman Selman
û rayedara Rêveberiya Buroya Têkiliyên Derve ya YPJ’ê Aytan Îsa, şande pêşwaz kir.

Piştî her du aliyan li ser mekanîzmaya redestbûna her du zarokan li Navenda Têkiliyan a Dergeha Sêmalka û çavdêrkirina şandeyê li ser belgeya ku tenduristiya zarokan ji aliyê cinsî û derûnî ve baş in, hat nîqaşkirin.

Piştre herdu zarok radestî şandeya Awustiryayê kirin.

Nûnerê Wezareta Karên Derve ya Awustityayê Counter Racer di civîneke çapemeniyê de spasiya kedên der barê zarokan de hatine dayîn kir.

Her wiha ji bo keda Rêveberiya Xweser û QSD’ê ku terora DAIŞ’ê têk biriye jî, spas kir.

Piştî şandeyê belgeya radestkirinê îmze kir, zarok hatin radestkirin.

Leave a Reply

Back to top button