Ttemellî: tecrîd ji Îmraliyê li hemû welat belav bû

Hevserokê giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî desemê qeyûm û krîza li tirkiyê bi êşkenceya li Îmraliyê ve girêda.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî di civîna komê ya partiya xwe de axivî û got:

“Em li edalet û demokrasiyê digerin.

Em ê bi hev re bi ser bikevin, di destê Erdogan de bi tenê şîddet maye.

Di 19’ê Tebaxê de darbeyeke siyasî kir.

Dixwaze êşa têkçûna hilbijartina Stenbolê ji partiya me bistîne.

Qeyyûm li ser hemû Tirkiyê hatiye erkdarkirin.

Em ê têbikoşin û berxwedana xwe geş bikin”.

Temellî diyar kir ku hiqûqa rejîma qeyyûm, hiqûqa tecrîdê ye û got :

“21 sal in li vî welatî tecrîd heye.

Êdî mirov nikare qala dewleta hiqûqê bike.

Hiqûqa tecrîdê ne bi tenê li ser rêzdar Ocalan e.

Heta ku ev tecrîd bidome, em nikarin li Tirkiyê li ser navê edaletê tiştekî bikin.

Me rêya çareserî û edaletê nîşan da. Me mûxatabê vî tiştî nîşan da”.

Leave a Reply

Back to top button