Dîsan gelê Îraqê daketin qadên bexdayê

Xwepêşandanên li Îraqê roj bi roj şaxên wan firehtir dibin û êdî dûmana reş bi ser Bexdayê dikeve. Piştî xwepêşandanên duh ên bixwîn, îro dîsan gel daketin qadan û bertek li dijî hikumetê nîşan dan. NY ji aliyê xwe ve ev xwepêşandan bi mafê rewa yê gelê Îraqê pênase kir.

 

Duh li dijî hikumeta Îraqê li Bexdayê û çend bajarên din gelê Îraqê dakete qadan.

Di xwepêşandanên duh de 3 kes hatin kuştin û bêhtirî 250 kesî birîndar bûn.

Li ser vê jî, îro serokwezîrê Îraqî Adil Ebdulmihdî ragihand ew ê dest bi lêpirsîneke lezgîn bikin da sedema vê yekê were naskirin.

EBDULMIHDÎ Û PARLAMANA ÎRAQÎ LÊPIRSÎNEKE LEZGÎN DIDIN DESTPÊKIRIN

Her wiha, serokatiya parlamanê, komîteya ewlehî û parastina mafên mirovan ên parlamanî jî daxwaza lêpirsînê kir.

Lê xwepêşandêran li hêviya lêpirsînê neman û îro dîsan daketin qadan.

Vê sibehê xwepêşandan li qada Tehrîr û Bexdayê dest pê kir.

Li gorî agahiyan, polîsê gule berdan û rêya navbera Bexda û parêzgeha Diyalayê de girt.

Xwepêşandêran dixwestrin xwe bigihînin qada Teyeranê, lê polîsan rê girtin û rûbirûbûn navbera polîs û xwepêşandêran de rû da.

NY: TUNDÎ DI XWEPÊŞANDANAN DE HATIYE BIKARANÎN.. BILA DESTHILAT HAYDAR BIN

Têkildarî van xwepêşandanan NY diyar kir ku tundî li ser xwepêşandanan hatiye bikaranîn û got:

Bila desthilat haydar bin.. ev xwepêşandan mafekî gel ê rewa ye.

Leave a Reply

Back to top button