Ekrem Mehşûş: Neheqiya li Êla me, li tevahî êlan hatiye kirin

Aloziya di navbera Dîfa El Watanî û Êla El Cibûr de didome.
Hate diyarkirin ku Êla El Cibûr muhleta daye endamên Dîfa El Watanî da ku ji çarogoşeya ewlekariyê ya Hesekê derkevin.
Şêwermendê Êlê Ekrem Mehşûş got: “Neheqiya li êla me hatiye kirin, neheqiya li tevahî şêx û rûspiyên eşîran e.”

Derbarê aloziya di navbera Dîfa El Watanî û Êla El Cibûr de, şêwirmendê Êla El Cibûr Ekrem Mehşûş axivî.

Ekrem Mehşûş li ser bûyera ku duh qewimî got:

“Duh yekşemê dema Şêx Ebd El Ezîz El-Mislit ku yek ji sembolên êla El Cibûr e, di erebeya xwe de bû, komeke çeteyên Dîfa El Wetanî û serokê wan li naverasta bajêr û li ber çavê her kesî lê xist û heqaret lê kir.

Mehşûş diyar kir ku piştî li Şêx Ebd El Ezîz da, tevahî qebîle seferber bû û civiyan da ku sedemên vê lêdanê nas bikin û wiha anî ziman:

“Tu sedem tune bûn ku ev kiryar were kirin, lê belê komployek li dijî wî bû, ji ber ku Şêx Ebd El Ezîz ji bo ku kar û barên qebîleya xwe bi rê ve bibe, li Rêveberiya Xweser vedigere.”

Ekrem Mehşûş da zanîn ku Dîfa El Wetanî bi vê kiryarê xwest nameyekê bighîne hemû şêxên eşîran ku bi Rêveberiya Xweser re dan û standinê nekin û wiha pê de çû:

“Piştî civînê, qebîleyê biryar da ku bi awayekî aştiyane derbasî çargoşeya ewlekariyê bibe, bigirin ser avahiya çeteyên Dîfa El Wetanî û wan ji herêmê derxînin ku ji 6 salan ve gendelîyê li herêmê belav dikin.

Mehşûş diyar kir ku tevahî qebîle û eşîrên ji Reqa û Dêraozrê piştgiriya xwe bi qebîleya El-Cibûr re nîşan da û got:

“Piştî ku zarokên me bi ser çargoşeya ewlekariyê de girt, rûspiyên eşîran bi berpirsên dewleta Sûriyê re civiyan da ku ew were tunekirin, her wiha dem heta îro saet 18’an daye, ji bo ku ev milîs werin betalkirin.”

Li goorî wê, eger encam erênî bin û li gorî daxwazan bin, dê daxuyaniya qebîleyê hebe.

Back to top button