
Piştî xwepêşandanên ku li gelek deverên Îraqê rû dan û bi dehan kuştî û birîndar çêbûn, hikumeta Îraqê rewşa awate radigihîne.
Rewşa awarte li Bexdayê tê ragihandin û heya demeke ne diyar dewam dike..
Kuştî, birîndar û bi dehan girtinên bêserûber.. çi li Îraqê diqewime?
Duh serokwezîrê Îraqî Adil Ebdulmihdî rewşa awarte li Bexdayê ragihand.
Di heman demê de, desthilatan qedexe li Nasiriyê, Emara û el-Hule li başûrê welêt jî ragihand.
Qedexe îro saet 5ê sibehê dest pê kir..
Hêzên ewlekariyê ji vê sibê de bi giranî li taxên Bexdayê belav bûne û pira ku diçe herêma kesk girt.
Herdu rojên derbasbûyî, xelkên Îraqê ji bo bêkarî, gendeliyê, derktina Îranê û komên wê yên çekdar ji Îraqê, guhartina rejîmê û avakirina hikumeteke nû, li qadan bûn.
Polîs jî bi tundî li hember vîna gel sekinî û di encamê de, hêrî kêm 9 kes hatin kuştin û bi sedana birîndar bûn.
Her wiha bi dehan hatin binçavkirin û enternet li gelek deveran hat qutkirin.
Siyaestmedarekî Îraqî ji rojnameya Eyn el-Exbariya re got ku Îran xwepêşander û hêzên ewlekariyê dike armanc da çavên raya giştî ji planên xwe yên terorîst li herêmê dagerîne.
Li gorî hinek çavkaniyan jî, Ebdulmihdî herêma kesk a ku avahiyên hikumî û balyozxaneya Emerîkî lê ne, girt.
Ji aliyê xwe ve, Îran jî balyozxaneya xwe ya li Bexdayê girt.
Ji bilî bang û hişyariyên NY, Balyozê Emerîka yê li Iraqê jî daxwaz ji aliyên peywendîdar kir ku rewşê kontrol bikin.