Selman Barûdo: kesên ku zeviyêwan şewitîne çend rojên di wê ziyanê wan were dayîn

Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser, diyar kir ku wê cotkarên ku ji ber şewtandina zeviyan ziyan dîtine bên tewîdkirin.
Hevserokê Desteya Çandê Selman Barûdo got:
Tewîdkirina kesên zirar dîtine wê bi demên belavkirina tovên çandiniyê re ango di çend rojên pêşîn de werin destpêkirin.

Îsal mesima Genim û Ceh li Bakur û Rojhilatê Sûrî bi hezaran hektar hatin şewtandin.

Li gorî raporên Desteya Aborî û Çandiniyê zêdeyî 435 hezar û 500 donim hatin şewitandin.

Herwiha ziyan û zirar bi darên zeytûnan, sewalan û alavên çandiniyê jî bûn.

Di demên hawara vemirandina şewatên çandiniyê de,hin kesên sivîl û hêzên leşkerî jî jiyana xwe ji dest dan.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî 4`ê Tîrmeha îsal, biryara tewîd kirina kesên di encama şewatan de ziyan dîtine derxist.

Li gor agahiyên Desteya Aborî û Çandoniyê dane ajansa Hawar, dê tevahiya kesên ziyana canî yan madî dîtine bêne tewîdkirin.

Têkildarî mîkanîzmeya tewîd kirinê, hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê Selman Barûdo diyar kir ku rêjeya tewîdkirinê wê ji aliyê Komîteya Aborî û Çandiniyê ve bê destnîşankirin.

Barûdo got:

Tewîdkirina kesên ziyan dîtine wê bi demên belavkirina tovên çandiniyê re ango di çend rojên pêşîn de, bê destpêkirin.

Leave a Reply

Back to top button