Mazlûm Ebdî: Erdogan gefan dixwe, lê xaka me ne vala û bêxwedî ye

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Malûm Ebdî diyar kir ku, bicihkirina penaberan li gorî daxwazên Tirkiyê li herêmê tiştekî xeyalî ye..Ev yek pêk nayê..
Ebdî destnîşan kir ku, Erdogan li pêşberî Cîhanê gefa êrîşê xwar û plan dikin, Kurdan li vir nehêlin..
Ji bo Komîteya Desûrî jîm Ebdî nebeşdarbûna yek ji sê parên Sûriyê û bi şaştîyê bi nav kir û ragihand, eger nûnerên vê herêmê beşdar nebin, ew ê encaman jî nas nekin..

Mazlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê QSD’ê diyar kir ku, “Serokkomarê Tirk Erdogan li pêşberî dinyayê ango di civata “NY” ragihand ku, ew dixwazin Bakur û Rojhilatê Sûrî dagir bike”..

“Plana wan ew e ku Kurdan li vir nehêlin”..

“Ebdî teqez kir, ne pêkan e ev yek pêk were”.

“Xaka vê herêmê ne vala û bê xwedî ye”.

“Ne ew, ne gelê herêmê û ne jî hêzeke Navneteweyî vê planê qebûl dike”..

MAZLÛM EBDÎ:
BICIHKIRINA HINDEKÊN DIN LI SER VÊ AXÊ, TIŞTEKÎ “XEYALΔ YE

Di bernameyeke Medya Haber TV de, Fermandarê Giştî yê QSD’ê têkildarî vegera penaberan ji Tirkiyê yan jî devereke din, careke din bibîr xist ku, “her kes dikare vegere ser erd û mala xwe û wan ev yek di “Mekanîzmeya Ewlekariyê” de qebûl kiriye”..

Ebdî di heman wextê de, diyar kir ku, “yên vegerin, eger li dijî gel sûc kiribin, wê erdalet were bikaranîn”..

“Lê belê anîna hindekan û avakirina bajar û gundan ji bo wan û parvekirina zeviyên çandiniyê , tiştekî xeyalî ye”..

MAZLÛM EBDÎ:
MEKANÎZMEYA EWLEKARIYÊ BI RENGEKÎ BAŞ BI RÊ VE DIÇE

Tê zanîn ku, di çarçoveya lihevkirina heyî ya ji bo ewlekariya sînor, gelek gavên piratîkî mîna vekişîna YPG û QSD’ê, rakirina xendekên wan û derketina dewriyeyên hevbeş, hatine avêtin..

Fermandar Ebdî jî got, “ev lihevkirin navbera, DYE- Tirkiyê û DYE-QSD’ê de çêbûye ..

Divê Mekanîzme li ser sê qonaxa pêk were û heta niha bêyî pirsgirêkê dom kir..

QSD’ê tişta dihat xwestin pêk anî”..

Ebdî her wiha, birêveçûna dema ku hatibû destnîşankirin, bi rengekî baş nirxand..

Da zanîn ku, “divê di dawiya vê mehê de, hin gav temam bûbana”..

“Wê wisa jî dewam bike û heta demekê wê bi dawî bibe.”.

MAZLÛM EBDÎ:
YEK JI PARÊN SÛRIYÊ TEVLÎ “KOMÎTEYA DESTÛRΔ NEBÛNE, ŞAŞTIYEKE MEZIN E

Di hevpeyvîna xwe li gel Medya Haber de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî, Komîteya Destûrî ya bêyî nûnerên Bakur û Roujhilatê Sûrî bi şaştiyekê pênase kir..

Ebdî teqez kir ku, “bi vî awayî nûnerên yek ji sê parên gelên Sûriyê tevlî nebûne..

Ji lewre wê bibin bikeve”..

MAZLÛM EBDÎ:
EM Ê ENCAMÊN KOMÎTEYA DESÛTRÎ YA HEYÎ NAS NEKIN

Fermandar Mazlûm Ebdî nebeşdarbûna aliyên navborî jî bi tevgera Dewleta Tirk a li dijî herêmê ve girê da û denstîşan kir ku, bi zextên Tirkiyê ev yek pêk hatiye û erêkirina aliyên piştvaniya avabûna komîtyê dikin jî, şaştiyeke mezin e…

Fermandarê Giştî yê QSD’ê helwesta xwe bi awayekî zelal ji Komîteya Destûrî eşkere kir û got..

“Eger pêkhate û nûnerên vê herêmê tevlî pêvajoya çareseriyê nebin, em ê encamên ku derkevin holê qebûl nekin.

Her encama ku jê derkeve red bikin.

Ev kar wê bê encam bimîne.

Şert e ku destûra bingehîn a were amadekirin li gorî daxwaza gelên vê herêmê be.

Bi vî rengî çareserî pêkan e.”

Leave a Reply

Back to top button