Efrîn – çeteyan şêniyek ji Mabatayê revand

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kirin û revandinên xwe li Efrînê dewam dikin.
Herî dawî, şêniyek ji navçeya Mabatayê revand.

Çavkaniyeke taybet ji tora Çalakvanên Efrînê re ragihand ku çeteyên delweta Tirk şêniyê bi navê Mihemed Arif Ebas ji gundê Birêmcê yê navçeya Mabatayê revand.

Li gorî çavkaniyê, çeteyan Mihemed birin girtîgeheke bajarê Ezazê.

Duh jî me ragihandibû ku çeteyan 2 kes revandine û doza bi milyonan pere li malbatên wan kirine.

 

 

Leave a Reply

Back to top button