Êrîşên dewleta Tirk li ser başûrê Kurdistanê balafirên şer bombe li herêma Amediyê barandin

Balafirên şer ên dewleta Tirk bombe li bajarokekî navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê barandin.

Li gorî agahiyên Ajansa Roj News balafirên şer ên dewleta Tirk şeva Çarşemê bombe li bajarokê Çemankê barandin.

Heman rojê dîsa balafirên şer ên dewleta Tirk zozanên Kunekotir ên li Dola Rost û qontara çiyayê Helgurd bombebaran kirin.

Ji ber bombardûmanê şewat li zeviyên herêmê rû da.

Dewleta Tirk bi rengekî sîstematîk li Başûrê Kurdistanê jîngehên sivîln bombe dike.

26’ê Îlonê li Qendîlê gundê Zêwekê hate bombekirin.

Ji ber êrîşê zevî şewatîn .

25’ê Îlonê gundên Zêwkê, Aliyereş û Kunmaryan ên Qendîlê hatin bombekirin.

Di encamê de 2 kes birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button