Koça dawî ya Mam Celal Telebanî jiyaneke 84 sal têjî têkoşîn û berxwedanî

Beriya 2 salan weke îro Damezrênerê Yekîtî Nîştimanî Kurdustan û serokkomarê Iraqê yê berê Celal Talbanî ji ber nexweşiya xwînriştina ser Mejî, koça dawî kir.
Mam Celal di salên dirêj ên Têjî Têkoşîn de xizmeta doza gelê Kurd kir.
Bi taybet li dijî dagirkeriya dewleta tirk gotina,
“Em pisîkekî kurd jî radestî dewleta tirk nakin cihê xwe di dilê tevahiya gelê kurd de çêkir.”

Damezrênerê Yektî Nîştimanî Kurdistan Celal Talbanî 1933’an de li gundê Kilkanê ê Silêmaniyê ji dayik bû.

Mam Celal Xwendina xwe ya seretayî li Koysinceqê qedand.

Talebanî di sala 1953’an de li Zanîngeha Bexdayê di beşê hiqûqê de xwend.

Di 1950’an de Mam Celal bû yek ji damezrênerên yekîtiya xwendekarên Kurd û paşê dibe serokê wê.

Mam Celal bi biryardarî di sala 1961’an di serhildana Ebdulkerîm Kasim de rolek aktîf lîst.

Talebanî 20 Sibata 1970’an bi keça Nivîskarê navdar Îbrahîm Ehmet, Hiro Xan re zewicî û du zarokên wan ên bi navê Pawel û Qubat çêbûn.

Piştî şikestina şoreşa sala 1975’an a Lîderê PDK’ê Mele Mistefa Barzanî, Mam Celal weke nerazîbûn ji PDK’ê veqetiya û Partiya Şoreşgerên Kurdsitanê damezirand.

Paşê bi kesayetên mîna Adil Mûrad, Newşîrwan Mistefa û Fûad Masûm di sala 1975’an de Yekîtiya Niştimanî Kurdistanê YNK’ê ava kir.

YNK’ê di demeke kurt de li Silêmaniyê bihêz dibe û dest bi têkoşîna çekdarî kir.

Di sala 1991’an de li dijî Rêjîma Sedam Huseyên bi Fermandariya Newşîrwan Mistefa Raperîn da destpê kirin.

1992’an hilbijartin hatin kirin û li vir YNK-PDK’ê rêveberiyek hevbeş ava kirin.

Lê aloziya di navbera YNK û PDK’ê de her û her dewam kir.

Di 1994’an de di navbera YNK û PDK’ê de şer destpê kir û 2 salan dewam kir.

Di vî şerî de 30 hezar kes bûne qurbanî.

Di sala 1996’an de bi navbeynkariya DYA û Îngilterayê, li bajarê Dublin ê Îrlandayê peymanek hat îmze kirin

Piştre bi Lihevkirinekê di navbera Talbanî û Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li washington şer hat rawestandin.

Amerîka di adara 2003’an de destwerdana Iraqê kir.

Piştî destwerdanê Mam Celal 6’ê Nîsana 2005’an de bû serokmarê Iraqê.

Mam Celal salên 2005-2006’ê di ‘Pêvajoya Oslo ‘ ristek mezin lîst.

2007’an dewleta tirk a dagirker ji Başûrê Kurdistanê xwest ku Rêveberên PKK’ê radest bike.

Di wê demê de Mam Celal Talbanî û Mesût Barzanî civîneke çapemeniyê lidar xistin.

Di civînê de Talabanî axaftineke dîrokî kir û got:

“Daxwaza radestkirina Rêveberên PKK’ê xeyaleke e.

Em ti Kurdekî welatparêz radestî Tirkiyê nakin.

Em Pisîkekê jî nadin Tirkiyê.

Talabanî di 18’ê Kanûna 2012’ê de dema wê bi Barzanî re hevdîtin pêk banîba,bi nexweşiya xwîn riştina ser mejî ketibû.

Mam Celal di Adara 2012’ê de li Emerîka li ser nexweşiya xwînriştina ser mejî rakirin nexweşxaneyê û ji wir jî birin nexweşxaneyek Li Elmanyayê.

Celal Talebanî di 11ê Îlona 2017’an de ji ber ji ber nexweşiya xwe careke din çûbû Almanyayê.

Mam Celal 3 Cotmeha 2017 an li Berlînê ji ber xwîn rijiya li ser mejiyê wî çû ser dilovaniya xwe.

Celal Talabanî 84 salên temênê xwe yê tişeke têkoşîn de roleke dîrokî di siyaseta kurd lîst.

Û Yekem Kurde ku bûye Serokkomarê Iraqê.

Leave a Reply

Back to top button