Jinên DAIŞ’î ciwanek ku fikrê wan qebûl nedikir li kampa Holê kuştin

Belê êdî hişmendî û xeteriya herî mezin a zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê Kampa Holê ye.
Ev xeterî di her kêliyê de xwe dide hiskirin.
Beriya 3 rojan bû dema jinên DAIŞ’î li kampê li dijî hêzên ewlekariyê rabûbûn.
Vê carê Jinên DAIŞ’î zilamekî bi xwe xelkê Babê ye, ji ber ku fikrê wan qebûl nedikir bi derbên kêran kuştin.

Bajarê çadirên spî yên ji bo koçberan hatibû avakirin, niha yek ji xertirîn devera li Sûrî ye.

Sedemê xeterbûna xwe jî, zindîkirina zihniyeta çeteyên DAIŞ’ê ye.

Herî dawî jinên DAIŞ’ê di Kampa Holê de îro zilamek bi navê Abdullah Ehmed’ê ji Babê, ji ber kû fikrê DAIŞ’ê qebûl nedikir, bi 16 derbên kêrê kuştin.

Koçberên di kampê de yên konê wan nêzî konê Abdullah Ehmedê ku hatiye kuştin diyarkirin Abdullah Ehmed bi tena xwe di bin Konekî de jiyan dikir.

Têkildarê bûyerê berpirsê ewlehiya Kampa Holê destnîşan kir ku ciwanê bi navê Abdullah ji ber ku fikrên DAIŞ’ê red dikir û fermanê jinên DAIŞ’ê pêk nedianî hatiye kuştin

Berpirsên ewlehiyê dazanîn ku jinên DAIŞ`î koçberên kampê neçar dikin ku fermanên wan pêk bînin.

Kesên ku fermanê wan pêkneynin tên kuştin an jî rastî lêdanê tên.

29`ê Îlonê du xwişk ji jinên DAIŞ`î ku di kampa Holê de bû ji aliyê jinên DAIŞ`î yên Rûsî ve rastî lêdanê hatin.

Her wiha piştî vê bûyerê cenazeyê jineke DAIŞ’î di kanalîzasyona kampê de hate dîtin.

Tê zanîn ku di kampa Holê de zêdeyî 71 hezar koçber, penaber û malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî hene.

Tevî gelek bangên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî lê dewlet wergirtina hemwelatiyê xwe yên di nava DAIŞ`ê de red dikin.

Kampa Holê niha navnîşana herî berbiçav ya zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê ye.

Leave a Reply

Back to top button