Malbatên Roboskiyê wê di 8’emîn salvegera komkujiyê de werin darizandin !

Derbarê hin xizmên ku 34 kesên di Komkujiya Roboskiyê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” doz hat vekirin.

28’ê Kanûna 2011’an li gundê Roboskî yê Qileban a Şirnexê balafirên şerî 34 kes kuştibûn.

Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê, bi hinceta pankartên di 4’emîn salvegera komkujiyê de hatibûn vekirin lêpirsîn dabû destpêkirin.

Wê di çarçoveya lêpirsînê de îfadeya çend kesên ku destek dan malbatan were girtin.

Dozgeriyê piştî îfadeyan bi tawanbariya “endamtiya rêxistinê” îdianame amade kir û Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianame qebûl kir.

Wê danişîna ewil a dozê piştî 8’emîn salvegera komkujiyê bi 2 rojan pêk bê.

Leave a Reply

Back to top button