Mam Celal Telebanî ji aliyê hevrê û heskiriyên xwe ve hat bibîranîn

Sekreterê Giştî yê YNK’ê yê koçkirî Mam Celal Talabanî di duyemîn salvegera wefata xwede li ser gora xwe bi girseyî hat bibîr anîn.

Îro duyemîn salvegera wefata Sekreterê Giştî yê YNK’ê Mam Celal Talabanî ye. Mam Celal li Dabeşan li ser gora xwe ji aliyê welatî û alîgirên YNK’ê hat bibîranîn.

Berpirsên YNK’ê û alîgirên wê, li gel bi sedan şêniyên herêmê ji bo bîranîna Mam Celal di saetên siharê de berê xwe dan goristanê.

Girse posterên Mam Celal rakirin û dilsoziya xwe ya bi doza Mam Celal re nîşan dan.

Şênî û alîgirên YNK’ê destegul dideynin li ser gorê.

Li ser goristanê têkildarî xebat û têkoşîna Mam Celal Telebanî axaftin hatin kirin.

Kesên ku axivîn, balkişandin li ser armanc û daxwazên Mam Celal Telebanî yên ji bo yekîtiya netewî.

Merasîm heta saetên

Merasîma ji 08.00’ê sibehê ve destpê kir, wê heya 17.00’ê êvarê dewam bike.

Leave a Reply

Back to top button