Rejîmê plana Erdogan a bickirina penaberan bi qirkirina nijadî bi nav kir

Wezîrê Derve yê rejîma Sûrî Welîd Mualim diyar kir ku planên dewleta Tirk ên bicihkirina penaberan li Bakur û Rojhilatê Sûrî planên qirkirina nijadî ne.

Wealîd Mualim di hevdîtineke li gel televezyona Meyadîn diyar kir ku di serî de dewleta Tirk, divê ti hêzên biyanî li Sûriyê nemînin.

Mualim destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze bi riya bichkirina penaberan li Bakurê Sûrî qirkirina nijadî pêk bîne.

Her wiha Mualim got:

Divê ev penaberên Sûrî li cihên xwe yên resen bên bichkirin, ne di kampan de.

Wezîrê Derve yê rejîma Sûrî Welîd Mualim dîsan banga derketina hêzên biyanî ji Sûriyê kir û di serî de dewleta Tirk a dagirker.

Leave a Reply

Back to top button