Pentagon: Mekanîzmeya ewlekariyê berdewam e û YPG’ê pabend e

Berdevkê serokerkanê Emerîkayê, ragihand ku Mekanîzmeya Ewlekariyê ya herêma Parastina sînor berdewam e û YPG’ê bi vê yekê pabend e.

Berdevkê serokerkanê Amerîkayê Patrick Ryder û Berdevkê Pentagonê Jonathan Hoffman, konferanseke rojnamevaniyê ya hevbeş li dar xistin.

Patrick Ryder diyar kir ku Mekanîzmeya Ewlekariyê ya herêma Parastina sînor li gorî lihevkirina bi Tirkiyê re berdewam e û YPG’ê pabendî vê yekê ye.

Patrick Ryder got ku wan li gel Tirkiyê heta niha 7 dewriyên asmanî û 2 dewriyên li serc erdê yên hevbeş pêk anîne û ji bo pêşerojê jî plansaziya pêkanîna dewriyeyên din dikin.

Ryder tekez kir ku ev mekanîzme ne tenê ji bo metirsiyên Tirkiyê ne, lê belê, ew ji bo bidawîkirina xeteriya çeteyên DAIŞê ye jî.

Li aliyekî din wezîrê Parastinê yê dewleta Tirk Hilûsî Akar daxuyaniyek da û diyar kir ku eger lez di avakrinia herêma bi navê”Ewle” li Bakur û Rojhilatê Sûrî çênebe, ew ê ji lihevkirinê vekişin.

Leave a Reply

Back to top button