Brîtaniya wergirtina 30 zarokên DAIŞ’î yên Brîtanî nîqaş dike

Welatê Birîtaniyayê difikre 30 zarokê DAIŞÎ yên li kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî ne, werbigre.

Hin dezgehên çapemeniyê ragihandin ku serokê wezîrê Birîtaniyayê Borîs Jonson der barê mijara wergirtina zaerokên DAŞÎ ku bi eslê xwe Birîtanî ne gelek civîn li dar xistine.

Di van civînan de mijara wergirtina 30 zarokên DAIŞî, Birîtanî ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûrî hatiye nîqaşkirin.

Lê heta niha jî ti lihevkirin navbera wezîran de çênebûye, ku wezîrê Parastin û Wezîrê Hundirî li dijî vê gavê ne.

Beriya du rojan jî Rojnameya The Guardian a Birîtanî di raporeke xwe de bang li Birîtaniyayê kir ku bi awayekî lezgîn welatiyên xwe yên DAIŞ’Î werbigre û wan dadgeh bike.

Leave a Reply

Back to top button