HDP’ê dest bi kampaniya zimanê dayikê kir

Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê di çarçoveya pêşxistina asta zimanê Kurdî û rakirina astanigiyên li pêşberî wê, dest bi kampaniyekê kir.

Di çarçoveya kampanyayê de wê li nobedên demokrasiyê dersên Kurdî bên dayîn.

Komîsyona Ziman a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) û Platforma Zimanê Kurd ku ji partiyên Kurdan pêk tê wê piştevaniya kampanyayê bikin.

HDP di çarçoveya kampanya zimanê Kurdî de wê li nobedên demokrasiyê bi rengekî sembolîk dersên Kurdî bide.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefhan Cizîrî diyar kir, divê zimanê Kurdî li her qada jiyanê bê bikaranîn.

Cizîrî got:

“Divê em zimanê Kurdî li her deverê belav bikin. Ev yek naye wê wateyê ku em li dijî zimanên din in. Bila bi hemû zimanan bê axaftin, lê belê em Kurd in û mafê me ye ku em bi zimanê xwe biaxivin.”

Leave a Reply

Back to top button