Li Îraqê hjmara kuştiyan bû 44.. Efûya navdewletî jî banga rawestandina tundiyê dike

Ji bo bêkarî, gendelî û destwerdana hêzên biyanî li Îraqê, ji Sêşemê ve, xwepêşander diherikin qadên Bexda û gelek deverên din, lê ji ber astengkirina tevgera wan tundî li dijî sivîlan hat bikaranîn û gelek kuştî û birîndar çêbûn.Li ser vê jî Rêxistina Efû ya navdewletî banga rawestandina tundiyê li hikumeta Îraqê kir.

Asta tundiyê li Îraqê li gel kuştina 44 kesî di heyama 3 rojan de, bilind dibe..

Ev sê roj in, rûbirûkirinene tund li Bexda û gelek deverên Îraqê têne dîtin.

Duh serokwezîrê Îraqê Adil Ebdulmihdî qedexeya derketina ragihandibû, tevî wisa jî, hêzên ewlekariyê gule berdan erdê û bi dehan birîndar çêbûn.

Li gel dengê guleyan, duh êvarî, serokwezîrê Îraqî derket ser televîzyonê û daxuyaniyek da û got:

Tiştê aniha çêdibe.. wêrankirina delwetê ye.. bila her tiştek vegere mîna berê.

Em li ser dayîna “mûçeyeke mehane” ji bo malbatên gerekdar dixebitin.

Ji roja Sêşemê de, xwepêşander ji bo bêkarê, gendelî û deswerdana hêzên biyanî li Îraqê, dadikevin qadan.

Têkildarî tiştên ku aniha li Îraqê rû didin, Rêxistina Efû ya navdewletî axivî.

Rêxistinê, bang li Bexdayê kir ku divê hêzên wê hew tundiyê li dijî sivîlan bi kar bîne û got:

Divê yekser lêpirsîn ji bo kuştina xwepêşanderan were kirin.

Divê qedexeya derketin û qedexeya neqanûnî ya li ser enternet û torên civakî were rakirin.

Duh jî, pasdarên Îranî sînorên xwe yên bi Îraqê re girt û hinek welatên cîran jî banga neçûna Îraqê li welatiyên xwe kir.

Leave a Reply

Back to top button