Şêniyek Eefrînî li pêşiya mala xwe hat kuştin

Çeteyên dewleta Tirk şêniyeke Efrînî li ber mala wî kuştin.

Çavkaniyên ji herêmê ragihand ku îro vê sibê çeteyan şêniyê bi navê Ednan Reşîd Emîr kuşt.

Li gorî agahiyan, gava çeteyan hewl dan terektora cîranekî wî bidizin, Ednan hewl da rê li pêşiya wan bigire û hat kuştin.

Ednan Emîr ji gundê Meydankê yê navçeya Şerayê ye.

Duh jî, çeteyên dewleta Tirk şêniyê bi navê Mihemed Arif Ebas ji gundê Birêmcê yê navçeya Mabatayê revand.

Li gorî çavkaniyê, çeteyan Mihemed birin girtîgeheke bajarê Ezazê.

Leave a Reply

Back to top button