Li Dêre Zorê hêzên ewlekariyê 2 şaneyên Daiş’ê girtin

Têkoşîna li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dewam dike. Yekîneyên taybet ên girêdayî hêzên Ewlekariya Hundirîn li bejahiya Dêrazorê 10 çeteyên endamên 2 şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê operasyonên xwe yên li dijî şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê didomîne.

Di vê çarçoveyê de Yekîneyên taybet ên hêzên Ewlekariya Hundirîn li bejahiya Dêra Zorê endamên 2 şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê, girtin.

Ev şane ji 10 çeteyan pêk dihat.

Şane dema 2’ê Cotmehê li bejahiya Dêra Zorê amadekariya êrîşan dikir hatin girtin.

QSD’ê diyar kir ku di her du çalakiyan de, yekîneyên wan gelek cebilxane, nasname, pere û alavên jiyanî desteser kirine.

Hêjayê bibîrxistinê ye herî dawî 21’ê Îlonê şaneya mezintirîn ya ku 18 kesan pêk dihat li Minbicê,

25’ê Îlonê li bajaroka Siwer a Dêra Zorê şaneyek 6 kesî hate girtin

û 24’ê Îlonê jî serçeteyê bi navê Umer El-Sûrî li herêma Bisêra ya Dêra Zorê hate kuştin.

Leave a Reply

Back to top button