Ebû Muza: plangerê êrîşa li dijî newroza Hesekê û gelek teqîn pêk anîne

Çeteyê bi navê Ebû Muaz ji xetertirîn çeteyên DAIŞ’ê yên li Herêma Cizîrê ye.
Ev çete bi dehan êrîş pêk aniye.
Yek ji van êrîşan jî êrîşa êvara Newroza 2015’an li Bajarê Hesekê bû.
Çete Muaz têkildarî êrîş û kirinên xwe yên li herêmê li xwe mikur hat û got:
Banka pereyên me li tirkiyê ne û ev pere jî bi rêya herêmên dewleta tirk li Sûrî lê bicih bûne ji mere dihatin şandin.

WEKE JINGILEKE KIN YÊ YAT DEMA GIRTINA ÇETEYAN BIKAR BÎNIN: 7-9 SANÎ

Çeteyê Abdullrezaq Hemed El-Selame bi navê Ebû Muaz tê naskirin ji xetertirîn çetetên DAIŞ’ê li herêma cizîrê ye.

Istîxbarata leşkerî ya Hêzên sûriya demokratîk QSD ev Serçete girtin.

Ajansa Hewarê mikurhatina çete Ebû Muaz weşand.

ABDULREZAQ HEME EL-SELAME
XETERTIRÎN ÇETEYÊN DAIŞ’Ê LI HERÊMA CIZÎRÊ

TEQÎNA NEWROZA 2015’AN LI HESEKÊ

Ebû Muaz planger û mejiyê xuliqkar ên teqînên bajarê Hesekê ya êvara cejna Newrozê ya 2015’an bû.

ÊRÎŞA LI DIJÎ NAVENDA EWLEKARIYA HUNDIRÎN

Rêzeêrîşên li dijî navenda hêzên ewlekariya hundirîn a li qada el-bête re li bajarê Hesekê ku di encamê de 16 endamên ewlekariyê şehîd bûbûn jî ji aliyê çete Muaz ve hatibû kirin.

23’Ê HIZÎRANA 2015’AN TEQÎNA LI ÇERXEREYA SÎNALKO YA HESKÊ

Erebeyek bombebarkirî li Çarxeriya Sînalko ya li Hesekê teqand.

Ne tenê ev, mayînek bi erebeya leşkerî ya QSD’ê de li ser rêya El-Xurafî bi cih kir û teqand.

14’ê Îlona 2015’an erebeyeke bombebarkirî bi dewriyeya Hêzên Ewlekariya Hudnirîn a li nêzî Çarxeriya Xişman a bakurê bajarê Hesekê, teqand.

Çete Ebû Muaz dîmenên wan êrîş û teqînan digirtin û ji ajansa El-Emaq ya DAIŞ’ê re dişand.

2 HEZAR ÇETE JI HERÊMA DÊRA ZORÊ DERXISTIN TIRKIYÊ

Piştî ku li ser destê QSD’ê, çeteyên DAIŞ’ê li Dêra Zorê nefes wan teng bû, Ebû Muaz çete ji herêmên sor, Hecîn û Baxozê derxistin û şandin ber bi Tiriyê ve.

EBÛ MUZA JI BER GELEK ÇALAKIYAN, HAT XELAT KIRIN

Çete Ebû Muaz ji ber gelek çalakiyan û neaşkerekirinê, hat xelatkirin û bû serçeteyê ewlekariyê.

Li gel çeteyên DAIŞ’ê bi navê navbenkarê Hesekê û Şedadê dihat binavkirin.

Ji bo avakirina şaneyên veşartî û rêvebirina wê hat erkdarkirin.

EBÛ MUAZ NÊZÎ 30 ŞANEYÎ AVAKIRIYE

Ji nav wan 30 şaneyan, çeteyê bi navê Ebû Elî Bêskî heye ku hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiyê Merwan Fetîh li Dêrazorê 29’ê Kanûna 2018’an kuştiye.

21’ê Kanûna 2019’an çete Bêskî êrîşa xwekuj li dijî dewriya Koalîsyona Navdewletî ya li ser rêya Şedadê ya 47 pêk aniye.

Ew jî bi perspektîv û plana Ebû Muaz û beşdariya wî, pêk hat.

Di nava mikurhatinê xwe de got piştî pilansaziya li dijî dewriya Koalisyonê, çeteyan ew weke cîgirê emîrê wîlayeta El-Berke erkdar kirin.

PEREYÊN DAIŞ’Ê DI BANKÊN TIRKIYÊ DE NE

Çete Ebû Muaz eşeker kir ku pereyên DAIŞ’ê di bankên Tirkiyê de ne û bi rêya şîrketa Xewace ji şaneyan re tên şandin.

Carnan jî per ji herêmên dagirkiyê bi taybet ji Idlibê ji wan re tên şandin.

Leave a Reply

Back to top button