Li Hewlêrê malbatek Kobanî ku ji 5 kesan pêk dihat hatin kuştin

Li gundekî Hewlêrê malbateke penaberên Kobanê ku ji 5 kesan pêk dihat, hat kuştin.

Şevê din saet derdora 00.00’an de li gundê Pîrreşê yê parêzgeha Hewlêrê komkujiyek pêk hat.

Malbateke penaberên ji Girzîro ya Rojavayê Kurdistanê ku ji 5 kesan pêk dihat rastî êrîşeke hovane hatin.

Di êrîşê de endamên malbatê bi tevahî hatin kuştin.

Piştî hêzên ewlekariyê yên Hewlêrê gihîştin cihê bûyerê, cenaze veguhestin Tiba Edlî, derbarê bûyerê de lêkolîn hat destpêkirin.

Heta niha jî têkildarî nasnameya kesên hatine kuştin agahî ne hatine wergirtin.

Leave a Reply

Back to top button