Erdogan bi planên fakulteyan dagirkeriya xwe mayînde dike

Serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan li axa Sûriyê ya dagirkirî wekî wîlayeteke Tirkiyê tevdigere, herî dawî fermana vekirina fakulteyên girêdayî Zanîngeha Dîlokê da.

Serokê AKP’ê Receb Tayyîp Erdogan ê îdia dike ku niyetên wê yên qutkirin û dagirkirina xaka Sûriyê nîne, lê guhertinên demofrafîk, perwerdeyên bi zimanê Kurdî di dibistanan de û rakirina alên dewleta Tirk li avahiyên nexweşxane û dibistanan van îdiayan derew derdixîne.

Îro geleke dezgehên çapemeniyê yên Tirkiyî qala biryara Erdogan a vekirina 3 fakulteyan li herêmên dagirkirî ku wê girêdayî zanîngeha Dîlokî bin dan.

Li gorî saziyên ragihandinê biryara ku Erdogan îmze kiriye girêdayî vekirina fakulteya Zanista Îslamî li bajarê Ezazê, fakulteya perwerdeyê li Efrînê û ya aborî li Babê ye.

Çavdêr diyar dikin ku Erdogan bi rêya van fakulteyan hewl dide ola Îslamê ya li gorî nêrîna xwe belav bike, nemaze ku destekê dide çeteyên El-Nusra, Îxwan El-Muslimîn û DAIŞ’ê.

 

Leave a Reply

Back to top button