Li Dêra Zorê dîsan şênî li dijî rejîmê daketin qadan

Li jêr silogana ”Hun nikarin şoreşa me bikujin” îro dîsan şêniyên Dêra Zorê li dijî rejîma Sûrî û hêzên Îranê aketin qadan.

 

Duh çalakvanan banga lidarxisitna xwepêşandan di Îna bi navê ”Hun nikarin Şoreşa me bikujin” kir.

Îro bi dehan ji şêniyên Dêra Zorê li Çerxerêya herêma Meamil kom bûn û xwepêşanfdan li dar xist.

Di xwepêşandanan de lafîteyên ku banga derxistina hêzên rejîmê û alîîgriên wê yên Îranî dikirn hatin hildan.

Her wiha xwepêşandêran banga piştgiriya Hêzên Sûriye De3mokratîk QSD’ê jî kir.

Ev çend heftî ne li dijî hebûna rejîma Sûrî û hêzên Îranê li herêmê şêniyên Dêra Zorê dadikevin qadan.

Şênî daxwaz dikin ku rejîm ji herêmê derkeve da ku koçber vegerin warên xwe.

Di xwepêşandana li bajarokê Salihiyê ya gundewarê Dêra Zorê 3 sivîl bi guleyên rejîma Sûrî hatibûn kuştin û bi dehan birîndar bûbûn.

 

Leave a Reply

Back to top button