HDBH: li Çiyayê Amanostê 4 leşkerên dewleta tirk hatin kuştin

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) çalakiya li Hatayê ku 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin girt ser xwe. Li gorî agahiyên Tevgerê dayî di çalakiyê de 5 leşker jî birîndar bûn.

Tevgerê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku 3 Cotmehê li bejahiya navçeya Belenê ya Hatayê hêzên gerîla li dijî komeke leşker a bi tevger, çalakiyek kirin.

Di encama çalakiyê de wesayit qulibî, 2 jê çawişên pispor û 2 jê xwedî ritbe 4 leşker mirin, 5 leşker jî birîndar bûn.

Tevgerê diyar kir ji bo bîranîna du şervanên komunîst Ozan Sokmen û Firat Şeran ev çalakî pêk anîne.

Şervanên Komînist Sokmen û Şeran li Eskîşehîrê dema ku li malê bûn hatibûn qetilkirin.

 

Leave a Reply

Back to top button