(MSD): nûnerên ku pedersen behsa wan dike nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûrî nakin

Têkildarî ne beşdarkirina nûnerên Bakur û Rojhilata Sûrî, MSD nameyek ji sekreterê giştî yê NY û nûnerê DYE li Sûrîyê Pedersen re şand.

MSD di nameya xwe de piştgiriya xwe bi çareseriyeke siyasî ji bo aloziya Surî destnîşan kir û tekez kir ku ew wek MSD ji bilî çareseriya siyasî ti bijarteyek din nebijêrin.

MSD’ê di daxuyaniya xwe de wiha got:

Îro roj herêmên Bakur û Rojhilata sûrî li beramberî herêmên din ên herî ewle ne.

Ev yek jî bi saya bi hezaran şehîdan ji hemû pêkhateyên herêmê bêk hatiye.

Xetereya herî mezin ku li dijî cîhanê bi giştî û li dijî Sûrîyê bi taybet gef bû bi destê şervanên Bakur û Rojhilata Sûrî di aliyê leşkerî de hat têkibirin.

Lewre nabe îro roj nûnerên van herêmên ku ji bilî bi hezaran koçber vehewandine, bi hezaran çeteyên DAÎŞ’ê û malbatên wan jî wekî barekî hildigire ji danustandinan were durkirin.

Em tekez dikin ku ew nûnerên ku Pedersen behsa wan dike û di komîteyê de beşdar in, ti nûnertiya Bakur û Rojhilata Sûrî nakin.

MSD bang li NY û Pedersen kir ku li biryara xwe vegerin, ji ber ku NY li cem MSD cihê baweriyê ye û teqez dê li hember vê yek bi erka xwe rabe.

Her wiha ji bo herêmên Bakur û Rojhilata sûrî cihê piştgirîyê bin da bigîhêjin lihevkirineke gelemperî der barê aloziya Surî.

Û Sûriyeke pirreng, aştiyane û demokratîk ava bibe.

 

 

 

Leave a Reply

Back to top button