Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî dijwar navbera çeteyên dewleta Tirk rû da û kuştî û birîndar hene.
Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku navbera çeteyên bi navê ”Ehrar El-şerqiya” û çeteyên bi navê ”Heyit Tehrîr El-Şam” li navçeya Cindirêsê şerekî dijwar rû da.
Li gorî çavkaniyan, sedema şer jî ji ber çeteyekî ji komên navborî destdirêjî li jineke koçber a ji Dêra Zorê ku li Efrînê hatiye bichkirin kiriye.
Di encama vî şerî de kuştî û birîndar ji herdu aliyan çêbûn.
Gelek caran şer navbera çeteyên dewleta Tirk xwebixwe de rû dide.
Beriya niha jî navbera çeteyên ”Ehrar El-Şerqiya” û çeteyên ”Cêş El-Îslam” de rû da.