Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmaîl diyar kir ku gefên Erdogan di çarçoveya hewldanên wî yên guhertina demografiya herêmê de ne.
Hêvîn Îsmaîl destnîşan kir ku niyeta Tirkiyê ew e ku xaka Sûriyê dagir bike û tiştê li Efrîn û herêmên din yê ku dagirkirye dubare bike.
Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî li dijî êrîş û gefan ev peyam da gelê herêmê.
“Em ê ji bo parastina xak, rûmet û aramiyê li vê derê bimînin. Biryara me serkeftin û berxwedan e.
Hevîn têkildarî bicihkirina 2 milyon penaberên sûrî yên li Tirkiyê li herêmê wiha got:
Armanca Tirkiyê guhertina demografiya herêmê ye û koçberkirina niştecihên resen ên herêmê ye.
Kesê bixwaze vegere warê xwe bila vegerin, ji ber şert û mercên şer neçarî koçberiyê bûne.
Lê em li dijî pêkanînên guhertina demografiyê ne ku Erdogan ji bo wê yekê tev digere.