Hikûmeta Almanyayê derbarê şandeya ku çibû Bakur û Rojhilatê Sûrî daxuyanî da

Hikumeta Elamaniya derbarê şandeya ku serdana Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî kiriye daxuyanî da.
Hikumetê got: ji bo paqijkirina mayinan, avakirina kavilan û mîsogerkirina pêdiviyên bingehîn, em amade me alîkariyê bidin Rêveberiya Xweser.

19’ê Îlonê şandeyek ji rayedarên Elman û Fransa di nav de ji bo pêkanîna hin projeyan li Navçeya Eyn Îsayê bi rayedarên Rêveberiya Xweser re civiyan.

Lê naveroka vê civînê ji raya giştî re nehatibû parve kirin.

Partiya Çep serdana şandeyê xist rojeva Meclîsa Federal û pirs kir ku wê hikumeta federal alîkariyeke çawa bide Rêveberiyên Xweser ên Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Li ser navê Hikûmeta Alman berdevkê Wezareta Karê Derve Andreas Mîchaelîs bersiv da û diyar kir kû wê Hikûmeta Almanyayê ji bo paqijkirina mayinan, avakirina kavilan û mîsogerkirina pêdiviyên bingehîn, alîkariyeke girîng bide Rêveberiya Xweser.

Leave a Reply

Back to top button