Balafirek bêmirov a Ukrayna, balafirek bombebaranê ya Rûsya xist

Ukrayna bi piştevaniya ji Rojava digre, derbên xurt li Rûsya dide.
Balafireke bêmirov ya Ukrayna karî balafirek bombebaranê ya supersonîk a Rûsyayê îmha bike.
Li aliyê din, piştî Danîmarka û Hollanda şandina balafirên F-16 bo Ukrayna erê kir, Yewnanîstanê jî ragihand ku ew ê pîlotên Ukrayna perwerde bikin.

Ukraynayê bi êrîşeke balafirên bêmirov, balafireke bombebaranê ya Rûsyayê têk bir.

Dîmenên ku li ser medyaya civakî hatine weşandin û nîşan dide ku Tupolev Tu-22 li Baregeha Hewayî ya Soltsy-2 li başûrê St Petersburgê dişewite.

Moskow got, dronek bi çekên sivik êriş pêk aniye û kariye ziyanê bigihîne balafirê.

Ukrayna li ser bûyerê ti şîroveyek nekir.

Tu-22 dikare 2 qatî leza deng tevger bike û ji aliyê Rûsyayê ve ji bo êrîşa li ser Ukraynayê bi aktîv tê karanîn.

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ve hat dayîn de hat ragihandin ku êrîş roja Şemîyê hatiye kirin.

Cihê wê wekî “balafirgeha leşkerî ya li herêma Novgorod” hate destnîşan kirin, ku Soltsy-2 lê dimînin.

Wezaretê got,

“Balafira bêmirov ji aliyê nuqteya çavdêriyê ya balafirgehê ve hat dîtin û bi çekên biçûk hat xistin.”

Rûsya: Di encama êrişa terorî de balafirê ziyan dît

Her wiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku şewata li balafirgehê di demeke kin de hatiye vemirandin.

Lêbelê, wêneyên ku li ser platforma medyaya civakî ya Telegramê hatin weşandin, agirek mezin nîşan da ku bandor li balafira Tu-22 kiriye.

Tevî têkbirina balafirêkeê wê zêde bandorê li fîloya Moskow ya ji 60 balafiran neke jî lê ev êriş hêza Ukrayna ya li ser xaka Rûsya nîşan dide.

Kîev di van mehên dawî de bi dehan dronên bi baskên sabît ji bo êrîşê Moskovayê bikar anîn.

Ev yek piştî rêwitiya bi sedan kîlometreyî ye.

Soltsy-2 bi qasî 650 km dûrî sînorê Ukraynayê ye.

Tu-22 balafirek bombebaranê ya supersonîk a serdema Şerê Sar e.

Di şerê li Sûriye, Çeçenîstan, Gurcistan û herî dawî li Ukraynayê de hatin bikaranîn.

Yewnanîstan wê pîlotên Ukrayna bo F-16 perwerde bike

Serketinên Ukrayna yên li hemberî Rûsya, destê rêveberiya Kîevê jî xurt dike.

Yewnanîstanê ragihand ku wê pîlotên Ukrayna bo balafirên F-16 perwerde bike.

Ev yek piştî serdana Serokomarê Ukrayna Volodymyr Zelensky ya bo Atîna pêk hat.

Piştî erêkirina Amerîka, Hollanda û Danîmarka eşkerekiribûn ku wê balafirên F-16 bide Kîevê.

Ukrayna: Li nêzî Bahmutê 3 kîlometreyên din hat kontrolkirin

Back to top button