Li dijî Komîteya Destûrî û çeteyên Dewleta Tirk Idlibî daketin qadan û banga derxistina çeteyên dewleta Tirk kir.
Li gelek deverên Idlibê, li dijî komîteya Destûrî û hebûna çeteyên dewleta Tirk a dagirker li herêmê, xwepêşandan hatin lidarxsitin.
Duh li navenda bajarê Idlibê, li bajarê Me’eret Nu’man û li bajarokên ، Biniş û Kefer Texarîm Idlibî daketin qadan û li dijî rejîma Sûrî, çeteyên dewleta Tirk û Komîteya Destûrî bertek nîşan dan.
Xwepêşandêran Komîteya Destûrî red kir û banga derxistina çeteyên dewleta Tirk ji Idlibê kir.
Ev çend heftî ne Idlibî dadikevin qadan û li dijî çeteyên dewleta Tirk û rejîma Sûrî xwepêşandana li dar dixin.
Beriya niha bi hezaran Idlibê li dijî dewleta Tirk derketin û êrîşî dergeha Bab El-Hewa ya sînorî kir.
Dewleta Tirk jî gule li xwepêşandêran reşand û di encam de kuştî û birîndar çêbûn.