HPG: 4 Leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê 4 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gêrîla daxuyaniyek da.

HPG’ê diyar kir ku gêrîlayan li herêma rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl derbên giran li dagirkeran dane.

Li gorî daxuyaniyê 21 û 22’ê Tebaxê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 4 dagirker hatine cezakirin.

Her wiha bi çekên giran derb li çerperên dagirkeran hate xistin û Kamerayeke mobestê jî hate tunekirin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin ku ev çalakî ji aliyê hêzên YJA Starê ve hate kirin.

Dagirkeran bi balafir û çekên giran qadên berxwedanê bombe kir

HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker jî ev agahî parve kir:

“21’ê Tebaxê herêma Zap û Xakurkê 3 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Her wiha herêmên Zapê, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”

Li aliyê din ajansa Rojnewsê raghand ku dewleta Tirk a dagirker bi top û obûsan êrişî gundê Tirvanîşê yê Metînayê kir.

Di encam de ziyan gihişte mal û baxçeyên gundiyan.

Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê 3 dagirker ceza kirin

Back to top button