Filistîn – di ”meşên vegerê” de kesekî jiyana xwe ji dest da û 54 birîndar bûn

Li Filistînê di xwepêşandanên duh ên li Xezayê de kesek hate kuştin û 54 jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê li dijî xwepêşandanên welatiyên Filistînê yên li ser sînorê Xezayê tundî bi kar anî, di encamê de ciwanek jiyana xwe ji dest da û 54 jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Hêzên Îsraîlê guleyên zindî û yên plasîkî avêtin çalakgeran.

Di encamê de ciwanekî 28 salî jiyana xwe ji dest da û 54 kesên din jî birîndar bûne.

Di nava birîndaran de rewşên kirîtîk hene.

Tê zanîn ku filistînî ji roja 30`yê Adara 2018`an ve dest bi meşên vegerê û şikandina dorpêşê kirine û banga û vegera penaberên Filistînê ku ji sala 1948`an ve ji warê xwe hatin derxistin û rakirina dorpêça li ser Xezaya ku ev 12 salan ve li Xezayê didome, dikin.

 

Leave a Reply

Back to top button