Sedir û Ebadî daxwaz hilbijartinên pêşwext kirin

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedir daxwaz kir hikûmeta Adil Ebdulmehdî hilweşe û Iraq biçe hilbijartinên pêşwext.

Rêberê Tevgera Sedir Muqteda Sedr têkildarî daxwazên xwepêşanderan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Muqteda Sedir daxwaz kir hikûmeta Iraqê ya niha hilweşe û Iraq biçe hilbijartinên pêşwext.

Sedir nerazîbûn nîşana kuştina xwepêşanderan jî kir û wiha got:

“Rijandina xwîna Iraqiyan nayê qebûl kirin û nabe ku em jêre bêdeng bimînin.

Ji bo vê jî divê hikûmet hilweşe û hilbijartinên pêşwext çêbibin.”

Serokwezîrê berê yê Iraqê Heyder Ebadî jî li ser heman mijarê daxuyaniyek da.

Ebadî daxwaza hilbijartinê pêşwext kir û darizandina berpirsên Iraqî yên tevlî gendeliyê bûne kir.

Her wiha banga avakirina dadgeheke cezayê kir da ku berpirên Iraqê werin cezakirin.

Li Bexdayê ji roja sêşemê ve ango 2’ê Îlonê, li dijî gendeliyê û bêkariyê xwepêşandan li dar dikevin û di encamê de 65 kes hatin kuştin.

Leave a Reply

Back to top button