Li Bab û Cerablusê û Rayî 3’ê teqîn pêk hatin

3 Teqîn li herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bab, Cerablus û Rayî de pêk hatin.

Teqîna yekemîn li bajarokê Qebasîn ya bakurê bajarê Babê rû da.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan motorsikêlteke bombarkirî li sûka bajarokê Qebasîn teqiya.

Di encama vê teqînê de 10 kes birîndar bûn.

Hemwextîn teqîna li Babê, Teqînek li bajarê Cerablûsa ya di bin dagirkeriya dewleta tirk de bi motorsikilêteke bombebarkirî pêk hat.

Di encama vê teqînê de 12 kes ku di nav de 3’ê jinin birîndar bûn.

Her wiha li bajarokê Rayî jî teqînek bi motorsikêlteke li ber korîdora bajarokê Rayî rû da.

Lê heta amadekirina vê nûçeyê agahî derbarê zirarên vê teqînê hîn ne hatine bi dest xistin.

Li herêmên di bin dagirkeriya dewleta tirk de nearamî serwer e.

Leave a Reply

Back to top button