Li Qamişlo peykera “Dara Jiyanê” hat danîn

Peykera “dara jiyanê” li çerxereya stadyuma șehîdên 12’ê Adarê ya Qamişlo hat danîn.

Ev proje bi hevkariya komeleya Art’Situ ya frensî, Desteya Şaredariyan a Herêma Cizîrê û Komeleya Keziyên Kesk a Jîngehî hat amadekirin.

Bi riya hunera xwe, peykersaz Pascal Bejeannin xwestiye ku piştgiriya şoreşa Rojavayê Kurdistanê bike.

Herweha xwest nerazîbûna xwe li hember qirkirina li dijî jîngeha herêmên kurdan û bi taybetî qirkirina darên zeytûnan ên li Efrînê nîşan bide.

Li gorî peykersaz, Pascal Bejeannin ev projeya hunerî, sembola dostaniya gelê Frensa û gelê Kurd nîşan dide.

Back to top button