FED-GEL: PDK’ê bi her tiştên xwe ve radestî dagirkeriya Tirkiyê bûye

Federasyona Gelên Kurdistanî (FED-GEL) derbarê xiyaneta PDK’ê de daxuyaniyek da û bang li gel kir ku li dijî têkiliyên qirêj û xiyaneta PDK’ê yekitiya xwe ya neteweyî ava bike û hesab ji PDK’ê bixwaze.

FED-GEL’ê bi sernavê ”Hêj ku xiyanetê tu neqedandiye, dev jê berde” li dijî hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re daxuyaniyek da û ev tişt anî ziman:

“Tevgera Azadiyê bi berxwedana xwe Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê ji qirkirinê xelas kirine.

Gerîlayên Azadiyê ku bi awayekê rewa û demokratîk têdikoşin, hem hêviya yekane ya xelasiya hemû Kurdan hem jî temînata yekitiya neteweyî ya navbeyna Kurdan in.

PDK’ê cardin têkiliyên qirêj bi dewleta Tirk a faşîst re datîne û dixwaze ku Lozaneke din li Kurdan biqewime. Ev yek êdî nema tê qebûl kirin.”

Federasyonê da zanîn ku PDK’ê bi temamî xwe ji nirx û hêjahiyên Kurdîtiyê qut bûye, bi her tiştê xwe daye destên dewleta Tirk û ev bang kir:

“Em bang li hemû gelê xwe dikin ku li tevgera azadî xwedî derkevin, li dijî têkiliyên qirêj û xiyaneta PDK’ê yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bîne.

KCÊ-E: PDK’ê ji rastiya Kurd û Kurdistanê qut bûye

Back to top button