Li Kampa Holê cenazeyê jinekê hat dîtin

Kampa Holê êdî weke xetertirîn kampên di Cîhanê de tê nasîn.
Di çend rojên dawiyê de êdî rojane nûçeyên derbkirin, tevlîhevî û kuştinê ji kampa Holê tê.
Îro li kampê cenazeyê jineke din a DAIŞ’iya ku hatiye kuştin, hat dîtin.
Ev jin destêkê hatiye êşknecekirin û piştre jî hatiye xeniqandin.

Êdî ev bajarê çadirên spî bûye cihê metirsîdar ê ji bo jiyanê.

Êdî rojane agahiyên kuştin û êşkenceyê ji kampê tên…

Îro jî li kampê cenazeyê jineke mirî hate dîtin.

Piştî ku agahî gihîştin Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jin, hêzê yekser berê xwe da beşa 8’emîn û cenaze rakir nuqteya tenduristiyê da ku hin bergiriyên keşfkirin pêk bînin.

Lêpirsînên destpêkê îşaret pê kir ku ew jin li ser destê hin jinên DAIŞ’ê hatiye kuştin.

Ji ber ku li gor wan ew fikrên DAIŞ’ê binpê dikin tên kuştin.

Hat birbîrxistin ku jina ku hatiye kuştin derbasî dewreyên zanakirinê yên ku rêveberiya kampê li dar dixe, bûye.

Li gor pisporên tiba edlî yên li kampa Holê diyar kir ku bûyer bi şev pêk hatiye û kuştin bi lêdana di serî de û piştra ew jin hatiye xeniqandin.

29`ê Îlonê du xwişk ji jinên DAIŞ`î ku di kampa Holê de ji aliyê jinên DAIŞ`î yên Rûsî ve hatin êşkencekirin.

Her wiha piştî vê bûyerê cenazeyê jineke DAIŞ’î di kanalîzasyona kampê de hate dîtin.

Herî dawî jî jinên DAIŞ’î zilamekî bi xwe xelkê Babê ye, ji ber ku fikrê wan qebûl nedikir bi derbên kêran kuştin

Kamp Holê ji xeternaktirîn kampên cîhanê ye.

Tê de rewşên kuştin, lêdan û birîndarkirinê rû didin.

Her dawî Fermandarê QSD”ê Mezlum Ebdî kamp weke bombeyeke ber bi teqînê ve binav kiribû.

Leave a Reply

Back to top button