HRE: bîlançoya 2 mehên dawî eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya êrîşên û kirinên du mehan a dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê li Efrîn û Şehba eşkere kir.
Li gorî vê;
Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê 76 caran êrîşî herêmê kiriye.
Di encamê de 9 sivîl birîndar bûne û ziyan gihae mal û milkê şêniyan.
Hêzên rizgariyê careke din got, heta azadkirina Efrînê ewê têkoşîna xwe bidomînin.

Hêzên Rizgariya Efrînê bîlançoya du mehan a dagirkeriyê ya dewleta Tirk a dagirker û ya çeteyên wê li Efrîn û Şehba bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Hêzên rizgariyê di daxuyaniya xwe de diyarkirin ku wê têkoşîna wan ya li dijî dagirkeriyê bidome û wiha got:

Balkêş e ku ev êrîşên ku zagonên şer ên navdewletî binpê dikin, rasterast malên sivîlan û zeviyên wan dikin hedef.

Hher wiha wargehên ewle yên li heremên Şehbayê ku gelê me yê koçkirî ji Efrînê ji ber terora artêşa dagirker xwe lê bi cih kirine rojane di bin obus, balafirên bêmirov û êrîşên tankên Tirk de ne.

Ev jî nîşan dide ku artêşa dagirker di siyaseta qirkirinê de bi israr e û dixwaze ku gelê me ji xaka xwe dûr bikeve.

Li gorrî daxuyaniya hêzên rizgariyê bîlançoya êrîşên dagirkeriyê wiha ye:

Heremên ku hatin topbarankirin:

– Navçeya Şera:

Gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa, Kela Şewarixa, Minix, Elqemiyê, Eyn Deqnê.

– Navçeya Şêrawa:

Gundên Soxanekê, Aqîbê, Meyasê, Başemrê, Birc Qas, Bênê, Gundê Mezin.

– Heremên Şehba:

Gundên Herbil, Semûqa, bêlûniyê, Şe’alê, Til Zîwan, Til Cîcan, Nêrebiyê, Til Medîq, Şêx îsa Şêx Hîlal û bajarokê Til Rifet.

-76 êrîş ku 6 ji wan bi balefirên bêmirov pêk hatin.

76 ÊRÎŞ

6 BALEFIRÊN BÊMIROV

– Hejmara obus û guleyên tank û hewan ku di êrîşan de hatiye bikaranîn: 1868 û bi sedan guleyên doçkayê.

1869 TOPBARANKIRIN

Di wan êrîşan de 9 sivîl birîndar bûn, her weha ziyaneke maddî mezin gihîşt mal û zeviyên gundiyan û karê wan ê debara jiyanê asteng kir.

9 SIVÎL BIRÎNDAR

Hêzên Rizgariya Efîrnê di dawiya daxuyaniya xwe de careke din soza xurtkirina têkoşîna li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta tirk û parastin gelê Efrînê da.

Leave a Reply

Back to top button