Di çarçoveya binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê, revandina sivîlan bênavber dewam dike.
Çeteyên dewleta Tirk duh bi ser gundê Gorzîla yê navçeya Şêrewayê de girt û bêhtirî 30 sivîlî revand..
Li aliyekî din li navçeya Cindirêsê şerekî dijwar navbera çetean de rû da.
Tenê di rojekê de ji gundekî bêhtirî 30 sivîl hatin revandin..
Ji xwe yê ku bêdengiya cîhanê jê re destek be, binpêkirin wê karên wî yên rojane be..
Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku duh çeteyên dewleta Tirk bi ser gundê Gorzîla yê navçeya Şêrewayê de girt û bi awayekî bêserûber sivîl revandin.
Çavkaniyan tekez kir ku bêhtirî 30 sivîl hatin revandin..
Navê hin sivîlên ku hatine revandin jî ev in:
Ehmed Wehîd Ebdo 85 salî
Ferhad Şêx Ebdo
Osman Hemo 32 salî
Rêzan Hesen Nasir
Hesen Tehsîn Nasir 65 salî
Cîhad Subhî Nasir 40 salî
Rêzan Hemo 30 salî
Mihemed Yûsiv Hemkuro 30 salî
Yehiya Hemkuro 52 salî
Zekeriya Yehiya 25 salî
Bekir Henan Ewaş 63 salî
û Nûrî Şukirî Ewaş 60 salî
heta niha jî çarenûsa van sivîlan nediyar e.
EFRÎN – CINDIRÊS
NAVBERA ÇETEYÊN DEWLETA TIRK DE ŞER RÛ DA
Li aliyekî din li navçeya Cindirêsê ya Efrînê şerekî dijwar navbera çeteyên dewleta Tirk rû da.
Çavkaniyên herêmî ji Efrînê ragihandin ku navbera çeteyên bi navê ”Ehrar El-şerqiya” û çeteyên bi navê ”Heyit Tehrîr El-Şam” li navçeya Cindirêsê şerekî dijwar rû da.
Li gorî çavkaniyan, sedema şer jî ji ber çeteyekî ji komên navborî destdirêjî li jineke koçber a ji Dêra Zorê ku li Efrînê hatiye bichkirin kiriye.
Di encama vî şerî de kuştî û birîndar ji herdu aliyan çêbûn.